Bahoz Baran

Bahoz Baran, di sala 1982yan da li navçeya Amedê, li Licê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa perwerdeyê xelas kirîye û li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî da lîsansa xwe ya bilind temam kirîye. Edîtor û yek ji avakarê Weşanxaneya Wardozê ye.

Berhemên wî:
-Rêzimana Kurmancî (Bi M. Bilbilî ra, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2008.)
-A baş (B. Baran, Weşanên Belkîyê, Çîrok, 2010.)
-Rêzimana Kurmancî (B. Baran, Weşanên Belkîyê, Ziman, 2012.)
-Derb (B. Baran, Weşanên Avestayê, Çîrok, 2014.)
-Ferhenga Bişaftinê (B. Baran, Weşanên Wardozê, Raman, 2017.)
-Motik (B. Baran, Weşanên Wardozê, Meselok, 2017.)
-Rêzimana Kurmancî (B. Baran, Weşanên Wardozê, 2018.)
-Qîza Bavê Xwe (B. Baran, Weşanên Wardozê, Çîrok, 2019.)
-Rêbera Rastnivîsînê (Tevî Komxebata Kurmancîyê, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, 2019.)