Deham Evdilfetah

Deham Evdilfetah, di sala 1942an da li gundê Belê, li Amûdê ji dayik bûye. Xwendina xwe heta lîseyê li parêzgeha Hesekê kirîye. Li Zanîngeha Helebê Beşa Ziman û Wêjeya Erebî xelas kirîye. Li ser ziman û rêzimana kurdî gelek xebatên wî hene û niha li Qosera Mêrdînê dijî.
Pirtûkên wî:
- Peyvînek bi kurdî re (Helbest, bi erebî, Şam, 1989)
- Li ber dergehê Laleş (Helbest, Şam, 1990)
- Nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî, (Rexne, Şam, 199)
- Hindek alozîyên zimanê kurdî, (Lêkolîn, Şam, 1993)
- Di muzîka helbestên kurdî de, (Têbînî û bersiv, erebî, Şam, 1995)
- Rênivîsa zimanê Kurdî, (Lêkolîn, Kombenda Kawa, Beyrût, 1998)
- Destana Gilgamêşî (Werger, Spîrêz, Duhok, 2005)
- Nav di zimanê kurdî de (Ziman, Spîrêz, Duhok, 2006)
- Cînav di zimanê kurdî de, (Ziman, Spîrêz, Duhok, 2006)
- Kar di zimanê kurdî de (Ziman, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2011)
- Yarsan an jî ehlî heq, (Werger, Lîs, 2017)
- Mistek ji hêvî û arîşeyên zimanê kurdî, (Ziman, Lîs, 2018)
- Destana Gilgamêşî (Werger, Weşann Wardozê, 2019)