Mistefa Aslan

Mistefa Aslan, di sala 1962an da ji dayik bû. Piştî dibistana seretayî ya li gundî wî kolej û lîse li Nisêbînê xelas kirin. Di sala 1982an da li Beşa Antropolojîyê ya Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgarî ya Zanîngeha Enqereyê dest bi xwendina lisansê kir û di sala 1986an da qedand. Di heman beşê da, dest bi lisansa bilind kir û di meha sersala 1989an da derçûna xwe stand. Di sala 1990î da çû Fransayê, piştî hînbûna zimanê frensî di sala 1991ê da li Beşa Antropolojîyê ya Zanîngeha Marsîlyayê (Marseille-III) dest bi xwendina doktorayê kir. Der barê şêxê kurdî neqşebendî da, ku ji alîyê civakê ve wekî bijîşkê gelêrî tê qebûlkirin û xweşkirina nexweşîyan jê tê xwestin, teza xwe ya doktorayê amade kir. Di meha adara 1998an da teza xwe parast û wekî doktor derçû.
Di sala 2009an da li Beşa Civaknasîyê ya Zanîngeha Sêrtê wekî mamoste dest bi kar kir û heta meha tîrmeha 2013an li wir mamostetî kir. Ji wê tarîxê û vir ve li Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê mamostetîyê dike. Bi zimanên din gelek pirtûk nivîsîne, bi kurdî bi hevkarîya hin akademîsyenan pirtûka bi navê, “Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî” amade kirîye.