Sêxiştîyên Kurmancî Xorasan

Nivîskar/Berhevkar :
Weşanxane : Wardoz
Cure :
Çapa Ewil :

Sibat - 2018

Rûpel :

176

ISBN :

978-605-2003-03-9

Li Ser Pirtûkê

Sêxiştî, di nava folklora Kurdan da li seranserê Kurdistanê û dîyasporaya wê da hunereka pir hezkirî û belavbûyî ye. Herçiqas ji hev piçekî cihê bin jî, heyranok, dilok, dûrik, sêrêzî ji malbata sêxiştîyan in. Celîlê Celîl û Gulî Şadkam, di sala 2011’an da li Xorasanê gund bi gund, kon bi kon gerîyane û wan ev sêxiştî kom kirine.
Ev xebat, ji 1701 sêxiştîyên herêma Xorasanê pêk tê. Sêxiştî, ji sê rêzan pêk tên û li ser mijarên cur bi cur tên gotin, bi teql û rîtmîk in. Di sêxiştîyan da her du rêzên pêşîn bi awayekî xurt bi hev ve têkildar in û di bîra stranvanan da bi hev ve girêdayî dimînin, ji hev naqetin. Rêza sisêyan, li Kur¬distanê, wekî adet azad e, ew giranîya naveroka stranê, nîyeta bingehîn digire ser xwe.

Ji pirtûkê çend rûpelan bixwîne

Hin Pirtûkên Nivîskar/Berhevkaran