Hevpeyvîn bi Bahoz
Baranî ra li ser jîyan û çîroknûsîya wî û edebîyatê
Xecê Acat
“Ziman bi giştî
ezberek e, nivîskar wê ezberê xerab dike. Asoyên nû nîşanî me dide, rê û dirbên nû vedike...”
Bahoz Baranî heta niha heft
pirtûk çap kirine. Çar jê çîrok in, yek rêziman e, yek li ser bişaftinê ye û
yek jî berhevkarî ye. Rik pirtûka çîrokan e û di vî warî da berhema wî ya çaran
e. Piştî xwendina wê min xwest ez bi wî ra li ser jîyan, çîroknûsîya wî û
edebîyatê hevpeyvînekê çêbikim. Min telefon kir, li malê bû. Me li ser roj û
saetê li hev kir û hevpeyvîna xwe çêkir. Hêvî dikim hûn ê bi kêfxweşî bixwînin.
Ka em guh bidin hevpeyvîna xwe.
Heke em vegerin zarokatîya te, tu
zarokekî çawa bûyî, li cihekî çawa mezin bûyî? Dê û bavê te ji te ra çawa bûn?
Ez li Licêya Amedê mezin bûm, heta hevdeh
salîya xwe li wir jîyam. Hema bibêje nîvgund bû. Zarokekî
netebitî bûm. Serê ewil televîzyon, telefon û
komputer tune bûn. Em li derva bûn û karê me hew lîstik bû. Li derva tişt tên
serê mirovî, li hundir li ber kuçikê teşqele tune ne. Me dilîst, me li hev
dixist, em bi têra xwe digerîyan. Bi bavê xwe ra diçûm ser rezan, ser erdan. Lê ji nodî bi şûn da şerî dest pê kir û ew jîyana me ya rengorengo serobino bû, navçeya
me xerab bû, hevalên me bi piranî koç kirin. Mirov bêhtir nêzî dayika xwe ye.
Pir tişt ji bavê xwe hîn bûm, lê jê ditirsîyam.
Gelo tê
bira te cara ewil kînga te qelem girt û nivîsî? Nivîsa te ya ewil çi bû? Gelo
te qet digot ez ê bibim nivîskar?
Wextê xwe didim aqil, dibînim ku berîya nivîsê gotin hebûye. Em
zarok bûn, carna me lihevanînok digotin, min wê çaxê jî ji peyvê hez dikir. Lê
qelem cara ewil wextê ku di sala 1993an da dewletê Licê şewitand ket destê min.
Helbest bû. Bi zimanê tirkan bû. Min nîşanî mamosteyê xwe da, neket serê wî, lê
min dev jê berneda. Ji Med Tvyê hînî alfabeya bikurdî bûm. Min tu carî negotibû
ez ê bibim nivîskar, lê min dizanî ku ez ê karekî bi peyvê ra eleqedar bikim û
ji nivîsê hez bikim.
Kesê ku
herî pir tesîr li te kirîye kî ye? Bi kîjan awayî tesîr li te kirîye?
Wextê li ser vê difikirim, sê kes tên bîra min, bavê min ez hînî
karkirinê kirim, bi şev jî dixebitî. Dîya min ez hînî baldarî û bîrbirinê
kirim. Kanîyê dilop bikira pêşî deng diçû wê û digot, "Rabin kanîya xwe bigirin." Qala berê dikir, rengê çakêtê bavê min ê zemanê
berê jî di bîrê da bû, şîva ku bîst sal berê xwaribûn dihat bîrê, ez şaş dimam.
Tiştek biqewimîya hemû senaryoyên xerab dianî hişê xwe. Kalê min jî axaftina wî
nedişibîya axaftina tu kesî. Ji bo ez ji wî fam bikim gerek min zor bidaya xwe.
Heta roja îro jî min guh lê kirîye û dikim û gotinên wî bi min ecêb tên.
Nivîskarên
kurdan gelek ji wan dunavî ne, çima? Te kînga navê xwe li xwe kir û çima Bahoz?
Yek ji ber tirs û zilma dewletê ye ez dibêjim, yek jî ji ber
aîdîyet û bandora navî ye. Dê û bavên me wextê xwestine navan li me bikin
tirsîyane, navên kurdî li me nekirine. Ya min, min xwest ez wê derfetê bi kar
bînim û navê xwe li xwe kim. Esil tiştekî xweş e ku mirov bi xwe navê xwe li
xwe bike. Nav tiştekî giring e, bandorê li ser gelek tiştên mirovî çêdike. Navê
Cegerxwînî Şêxmûsê Hesarî bû, navê Melayê Cizîrî Şêx Ehmed bû. Me li kovara
Tîgrîsê dest bi nivîsîna bikurdî kiribû, wekî gelek hevalên xwe min nexwest bi
wî navê nasnameyê binivîsim û min navê xwe kir Bahoz.
Pirseka
klasîk e lê ez ê dîsa jî bikim, tu jî bo çi dinivîsî, ji bo kê?
Pirsên klasîk zor in. Ez nenivîsim nikarim bidebirim. Di nava vê çîroka
jîyana me ya balkêş, carna xweş û bi giştî nepen, cirnexweş û trajîk da nivîs piçek
be jî bêhna min derdixe. Ji bo her kesî dinivîsim, ji bo xwe jî. Mirov dixwaze
bê xwendin, lê xwendevanên me pir kêm in.
Tu bi
rezimanê ra eleqedar î, berhevkarîyê dikî û yek ji edîtorê Weşanên Wardozê yî û
çîrokan dinivîsî? Tu gelek karan bi hev
ra dikî, çima? Ma ev zerarê nade nivîskarîya te?
Min li zanîngehê beşa zimanî xwend, ez rûniştim û min sê çar
salên xwe da rêzimana kurmancî. Bi amadekirina rêzimanê û dersdanê ra min zimanê xwe jî rast kir. Berhevkarî
bûye parçeyekî jîyana min, ez li ku derê ji kê çi bibihîzim qeyd dikim, zarok
mezin ferq nake, di balafirê da bim, li nexweşxaneyê bim… Rêziman û berhevkarî
feydeya wan digihîje çîroknûsîya min, lê karê edîtorîyê bivê nevê wextê min û
hevalan lê diçe. Wardoz ji bo min bûye dibistan, min perwerde dike.
Li
bajaran kurdî bi cih nebûye, tu li bajarekî tirkiaxêv ê kurdan zimanê xwe çawa
dişixulînî? Aîdîyeteka te çêdibe bi bajarê te ra?
Zengînîya zimanê kurdan ji jîyana wan tê. Jîyan û ziman hevdu
xweyî dikin. Li gund û waran jîyan hebû û kurd çalak bûn, loma ziman jî zindî
bû. Li bajaran kurdî ne çalak e. Ez bi awayekî şexsî hewl didim, dixwînim, guh
li kal û pîran dikim, bêhna min li taxên kurdîaxêv derdikeve. Navên taxan,
navên gelek deveran bê me hatine lêkirin. Ziman bîr e, zimanê bajarê ku lê
dimînim bi kurdî bûya, dê li gelek derên wê bîranîn çêbibûna, girêdaneka xurt
çêbibûya. Aîdîyeteka jîyanî, dîrokî heye, lê ya zimanî û roja me qels e.
Carna hin
kes dibêjin, çima çîrokên we li bajaran derbas nabin? Çima hûn qala bajarvanîye
nakin? Ev bi vê yekê ra eleqedar e?
Eleqedar e. Bala xwe didim kal û pîrên me yên li bajarî, aşbetal
in. Tu dibêjî qey najîn û jîyana wan hew di pêşerojê da maye. Hertim qala berê
dikin. Cihê ku zimanê te lê hebe, li wir çîrokên te jî çêdibin. Marquez dibêje,
“Jîyan ew tiştê ku mirov dijî nîne, ya esil, ya ku tê bîra mirovî ye û helbet ji
bo vegotinê çawa tê bîra mirovî, esil ew e.” Em jî li bajaran bê bîr in, bîra
me li ku be em li wir in. Mekan pir jî giring nîne, tiştê ku hatîye serê te,
bûye parçeyê jîyana te giring e, tu çawa vedibêjî esil ew giring e.
Çîrok
wekî helbestan bi îlhaman tê? Çîrok tê yan tu diçî cem çîrokê? Çawa çêdibe?
Carna tiştekî biçûk, wekî çirûskekê, agirê çîrokekê pê dixe, ji
xewê hişyar dibim. Carna bi salan çîrok di nava serê min da digere heta ku bê
kewnê xwe û ji xwe ra rêyekê, stîlekê, destpêkekê bibîne. Pirî caran gerek tu
derkevî, li derve bî. Carna ez didim didim dû wan, carna ew didin dû min. Di
Rikê da çîroka “Xewn”ê heye. Bi salan e ew bûyer, ew hêma di hişê min da bû. Belkî
jî li benda koremijekê bû, belkî li benda wextê xwe bû. Ji bo wê çîrokê lê
bikim ez çûm Licê, payîza paşîn bû, mij hebû. Seqa û çêbûna her çîrokê cuda ye.
Hinek hene haya min tim ji wan tune ye, lê di serê min da temam bûne.
Çîroka te
xwe çawa ava dike? Tu mijaran çawa tesbît dikî? Leheng û mijar ji jîyana heyî
ne yan xeyalî ne?
Çavkanîya sereke jîyana mirovî ye. Xwendin, dîtin, danûstendin û
çavdêrî çiqas xurt bin çîroka te jî zengîn dibe. Çi dibe çîrok çi nabe çîrok? Ev
pirs giring e ji bo min. Lê hinek dîmen û hêma hene mirov wan nenivîse dev ji
mirovî bernadin. Fikirek, hêmayek tê da tune be nabe, divê ez xwe li tiştekî
hêjayî vegotinê bigirim. Piştî wê hêdî hêdî wekî avahîyekê lê dikim. Li ser
çîrokên xwe gelek notan digirim. Bi wan ra dijîm. Carna hûnaka wan di serê min
da çênebe nikarim lê bikim, carna wextê dinivîsîm hûnaka wan çêdibe yan jî
diguhere. Destpêka çîrokê giring e, dîyarkirina kesê vebêj jî. Lê wextê
dinivîsîm hîskirin, bîrbirin, bîranîn divê çalak be, divê hemû sehekên xwe bi
hev ra bişixulînim, nehêlim ku tiştek ji derva midaxele bike, li derva bimîne.
Xwe bi temamî ji çîrokê ra vala dikim û li hemû hûrgilî û îhtîmalan difikirim. Carna
hin teknîkên dîtir jî diceribînim, binê hişê xwe vala dikim, çi hebe dixwazim bi
awayekî serbest derkeve. Çavkanîya min jîyan be jî xeyal û xewn û xwendin teşe
didin mijar û lehengên min.
Pêşî kî
çîrokên te dixwîne? Berîya çapê tu çi dikî?
Mirov çiqas afirîner be jî ne Xweda ye. Ez çîrokên
xwe dinivîsim bi şûn da wekî hevîrî wextekî destê xwe nadim wan û ji wan dûr
dikevim heta ew bi xwe bihesin û ji min ra bîyanî bin. Piştî şeş heft mehan li wan vedigerim, dixwînim.
Di wê navberê da min bi sedan not girtine. Carna hinekan ji dîya xwe ra jî
dixwînim. Piştî sê çar mehan dîsa li wan vedigerim. Berî çapkirinê pêşî hinek
hevalên min dixwînin û pêşnîyazên wan hebin ji min ra dibêjin, li ser wan
dixebitim dîsa, bi qasî du sê mehan disekinim û dişînim çapê. Berî çapê carekê
jî dixwînim.
Tu li
ku û kîjan saetê dinivîsî? Çawa dinivîsî, bi destan, bi komputerê, kîjan
demsalê?
Gelek caran min li malê û bi şev nivîsîye,
şev ji bo nivîsê guncan e, dinya ji mirovan xalî ye, bê deng e. Ez pêşî bi
destan dinivîsim paşê derbasî komputerê dikim. Dest giring e, gerek mirov dev
ji destan bernede. Wextê vediguhêzim komputerê tiştinan
diguherînim, diavêjim. Havînan dinya germ e, mirov gêj e, di germê da nikarim
binivîsim. Derbiharê, payîzê û zivistanê dinivîsim. Lê carna wextê çîrok bê û
ji dil be ez guh li tiştî jî nakim û dinivîsim.
Tu bi
kîjan zimanî û çi dixwînî? Aniha kîjan pirtûkê dixwînî?
Zimanê ku ez di wan da serwext im tirkî û
kurdî ne. Ez bi her du zimanan dixwînim. Mixabin gelek pirtûkên cîhanê ji bo
kurdî nehatine wergerandin, wan ji tirkî dixwînim. Ev kêmanîyeka pir mezin e û
zerarê dide me, vegereka wê ya zimanî li me tune ye. Ez piralî dixwînim, lê
bêhtir qada min edebîyat e. Aniha jî pirtûka Carl Gustav Jung a bi navê “Pirtûka
Sor” û ya Şahîn Bekirê Soreklî ya bi navê “Pisîk jî Xewnan Dibînin”ê dixwînim.
Te Rik
nû çap kir, min xwend. Çîrokên te kurt bûn, dirêj bûne, mijar cuda ne, hêmanên
folklorî bi pîvan hatine bikaranîn, hûnaka wan serkeftî ye. Dikarî piçekî qala
merheleya hazirkirina wê bikî, çiqas ajot û piştî Rikê çi heye?
Kurtbûn û dirêjbûnê mijarên çîrokan carna ne
di destê mirovî da ye. A giring ew e ku her kevirek di dîwarê çîroka te da li
cihê xwe be, ne zêde be, neleqe. Ziman jî wekî mirovan taybetmendîyên wan hene,
tu guh li wan nekî nabe. Kurdî zimanekî serbest e, nifêr û çêr û argo tê da
zêde ne. Wekî din bi têra xwe biwêj, qalib û gotinên pêşîyan hene. Di vê tu di
bikaranîna wan da baldar bî. Hefsarê gotinê nedî destê wan, lê divê nivîsa te
serbest be, rehet be ji wan sûd wergire. Deqa folklorê û deqa edebîyata modern
ji hev diqetin.
Min çîrokên xwe tesbît kiribûn. Ez nêzî du
salan li ser wan xebitîm, heta min çîrokek temam nekira derbasî ya din nedibûm.
Çîrokin hene belkî min deh caran ji nû ve nivîsîne. Min dosyeya xwe gelek caran
xwend û da xwendin. Tu çiqas li ser bixebitî ewqas baş dibe. Piştî “Rik”ê dîsa
dosyeyeka min a çîrokan heye, min dest pê kirîye.
Dikarî
piçekî qala ferqa deqa folklorî û deqa edebîyata modern bikî, çawa ji hev
diqetin?
Helbet ew gotina dengî ya ku neqil bûye û
keresteya folklorê ye û nivîsa modern du tiştên piçekî cuda ne. Tiştên devkî,
bi neqilkirinê, bêhtir bi teqlîdkirinê, bi gotinên qalibî xwe li pêyan digirin
û heta dereceyekê helbestî ne, hûrgilî di wan zêde nînin û gelek jê dişibin
hev, jixwe ji ber wê gelêrî ne, malê her kesî ne. Lê nivîs û bi taybetî pexşana
edebîyatê afirînerîyê dixwaze, hûrgilîyan dixwaze, xeyalekê dixwaze, şexsî ye, di
folklorê da “qalkirin” hebe di edebîyatê da “vegotin” heye. Ez van her du
lêkeran cihê difikirim. Di berhemên folklorê da şayesandinên şexsî û xwezayê, derûnî û binhişîya lehengan, hûrgilîyên alavan zêde nayê dayîn, di edebîyata modern da ev hene û
giring in. Belkî ji ber bandora folklorê be, di edebîyata me ya modern da,
hûrgilî û “vegotin” qels mane.
Tu bi rexneyên xwe jî têyî naskirin, derîyê civaka me ji rexneyan ra pir vekirî nîne. Tu rexneyan dikî, lê tu dikarî rexneyan ragirî?
Rexne yek ji stûnên edebîyatê ye, jîyanê ye
jî, bê wê nabe, ma ez ê ji bo çi rexneyan ranegirim? Mixabin, em di warê
rexneyê da qels û hêrsok in. Sînorê rexne û heqaretê ji hev dernaxin. Li ser
berheman rexne kêm in. Mirov divê berî çapê jî piştî çapê jî guh bide rexneyan.
Hevalên min dixwînin û rexne dikin, ez piştî çapkirinê guh didim rexneyên
xwendevanan.
Li gorî
te kêmanîyen çîroknasîya kurdî çi ne?
Kêmanîyên ku ez ê qala wan bikim ne tenê yên
qada çîrokê ne, yên nivîsê ne. Serwextîya zimanî kêm e, nivîskarî nebûye kar,
nivîs nakemile, lezûbezî heye, vegotineka di ser ra heye, ji alîyê teorîk ve
qelsî hene, mijar û şêwaz ji ajîtasyonê xelas nabin, karakter ne "xwe" ne û pir
dişibin nivîskarên xwe, nivîs bi giştî ne rengîn û serbest û rewan e.
Çima di
zimanê xwe da ne serwext in?
Bi min a herî giring jîyan e. Tu bi zimanê
xwe nejîyî, berhemdarîya te derb dixwe. Ew folklora ku em pesnê wê didin, bi
serê wê sond dixwin û mîrateya vî gelî ye ji ku hat? Vî gelî çêkir, evî gelê ku
di nava zimanê xwe da dijîya. Xuya ye kurd wextê azad bin, bi zimanê xwe bijîn bi
ser dikevin. Îro kurd, nivîskarên me, bi piranî li bajaran in, zimanê bajaran
jî bi qasî ku ez dibînin ne bi kurdî ye. Yanî kurd êdî ne di nava zimanê xwe da
ne. Nivîskar jî gelek jê xwendox in û mecbûr mane zû ji mala xwe veqetin. Hinek
jê bandora bişaftinê pir zêde li ser zimanê wan çêbûye. Adetî mirov dikare bibêje
ji zimanê xwe ketine. Ji bo tu tiştekî biguherînî, veguherînî, çêbikî, bi ser
bikevî divê tu di wî tiştî da serwext bî. Nivîskar mecbûr e di zimanê xwe da
pir serwext be.
Li gorî
te nivîskarî di nava kurdan da çima nabe kar?
Nivîs divê kar be, ne bar be. Nivîskarî wekî
karî di nava me da bi cih nebûye, ji ber ku qîmetê zimanî di nava me da kêm e û
rewşa me xerab e, nivîskar ji bo debarê mecbûr dimînin ku karekî din bikin û
wextê xwe yê jibermayî bidin nivîsê. Ev jî zirarê dide nivîskarîyê. Ku mirov
wextekî zêde ji nivîsê ra neqetîne berhemên baş çênabin. Ev di her tiştî da
wisa ye. Ji metnên ber destê xwe, ji pirtûkan fam dikim ku nivîskar pir pê
danekevin, wextê xwe jê ra venaqetînîn. Di nivîskarîyê da berdewamî giring e,
divê qelem tu carî sar nebe û mirov tim binivîse, xwendin jî pê ra. Di warê
gotina devkî da em xurt in û xwedî tecribe ne, lê di warê nivîsê da em ne xurt
in û tecribeyên me kêm in, loma divê em pir bi nivîsê dakevin, binivîsin, bi
qelseqelemê edebîyat nayê pê û nivîs nabe kar. Te dît carna hinek dibêjin, “Ez
rûnim û jîyana xwe binivîsim dê romanek jê derkeve!” Rûdinin, lê nikarin
binivîsin. Nivîs ked e.
Te got dilezînin?
Ecele dikin, lezûbezîyek heye. Mirov ji metnê
fam dike. Gelek nakokî û kêmanî hene di hevokan da. Lazim e tu li ser her peyv
û gotina xwe pir baş bifikirî. Lezûbezî dijminê edebîyat û gotinê ye. Tu ji bo
çi dilezînî? Pirtûk derket bi şûn da tu nikarî peyveka wê jî biguherînî. Divê
em ji şêwrê nerevin, berî çapkirinê berhema me bê xwendin û nirxandin. Kurd pir
çênakin, lê feydeya atolyeyên nivîsê belkî hebe. Weşanxane di vî warî da bê
derfet in û alîkarîya nivîskaran nakin.
Dikarî
piçekî qala meseleya ajîtasyonê jî bikî?
Mijar û şêwaz gelek caran ji ajîtasyonê xelas
nabin û her li gazin û belangazî û êşê diqelibin. Gotina rût a êşê mehdê mirovî
dixelîne. Gelek berhem ji hêla şêwaz û gotinê ve dişibin hev. Ziman bi giştî
ezberek e, nivîskar wê ezberê xerab dike, asoyên nû nîşanî me dide, rê û dirbên nû vedike. Divê
em di edebîyata xwe da wekî jîyana xwe bin. Edebîyat li ser tiştên gerdûnî û
însanî tê avakirin û bi zimanekî cihê qala taybetmendîyên mirovan û qewimînên
jîyanê dike. Bi milyonan teşqeleyên me hene, mijarên me pir in, lê wextê em
vedibêjin, em wan li kendalên ajîtasyonê asê dikin. Kurdî belkî di gelek waran
da nehatibe bikaranîn û ne amade be, lê ji bo edebîyatê zimanekî pir misaîd e. Di
nivîsê da em kurd pir esirandî û cidî ne, reqreqa hevokan e. Nivîsa me li me
neçûye, jîyana me berovajîya nivîsa me rengorengo ye, çand û folklora me
zengîn, muzîka me bi coş, zimanê me serbest û rewan e, em berxwedêr in, dînoke
ne, teatral in, şên in em; werhasilî em neteweyeka balkêş in, ku em bikarin bi
rengê jîyana xwe û bi serbestîya zimanê xwe binivîsin, mijarên mirovî û gerdûnî
bikin navenda nivîsa xwe, em ê di edebîyatê da bi ser bikevin.
Mala te
ava be, Newroza te pîroz be.
Mala te jî ava be, Newroza te û ya tevahîya gelê me jî pîroz be, bimînî
di xweşîyê da.