Seta Folklora Kovaran
14.05.2021 12:35:46

Ev set ji sê pirtûkan pêk tê. Hemû nivîsên folklorîk yên kovarên "Hawar", "Ronahî" û "Roja Nûyê" di van her sê pirtûkan da hatine tesnîfkirin.


Folklora Hawarê

Di vê pirtûkê da, hemû nivîsên “Kovara Hawarê” ên folklorîk hatine tesnîfkirin. Ev xebat, fabl, çîrok, xebroşk, destan, efsane, kilam û stran, lorî, lavij, gotinên pêşîyan û tiştanokan û hin nivîsên li ser eşîr û erdnîgarîyê di xwe da dihewîne. Ji bo têgihaştina deqên folklorîk, ferhenga folklorê jî li dawîya vê xebatê hatîye zêdekirin.


Folklora Ronahîyê

Di vê pirtûkê da, hemû nivîsên “Kovara Ronahîyê” ên foklorîk hatine tesnîfkirin. Ev xebat, çîrok, xebroşk, destan, pêkenî û nivîsên li ser eşîr, bawerî, nêçîr, salnameya kurmancî di xwe da dihewîne. Ji bo têgihaştina deqên folklorîk, ferhenga folklorê jî li dawîya vê xebatê hatîye zêdekirin.


Folklora Roja Nûyê

Di vê pirtûkê da hemû nivîsên “Kovara Roja Nûyê” yên folklorîk hatine tesnîfkirin. Ev xebat, çîrok, fabl, xebroşk, kilam û stran, payîzok, lorî, destan, dûrik, qewl, hin gotinên pêşîyan û mamikan di xwe da dihewîne. Ji bo têgihaştina deqên folklorîk, ferhenga folklorê jî li dawîya vê xebatê hatîye zêdekirin.

Şirove Bike
PÊR HATIYE XWENDIN