Ayhan Meretowar

Ayhan Meretowar, di sala 1969an da li gundê Holê ya Hezoya Batmanê hatîye dinyayê. Xwendina xwe ya ewil, li gundê Kifîfê (Dogancikê) kirîye, li navçeya Qubînê (Bişêrîyê), dibistana navîn xwendîye, li bajarê Sêrtê, lîse qedandîye. Di sala 1997an da ji Zanîngeha Dîcleyê beşa “Mamostetîya Ziman û Edebîyata Tirkî” mezûn bûye. Di sala 2016an da, ji Zanîngeha Artûklûyê destûrnameya Lîsansa Bilind a Ziman û Çanda Kurdî girtîye. Di gelek kovaran da meqaleyên wî hatine weşandin.