Ayhan Meretowar

Ayhan Meretowar, di sala 1969’an da li gundê Holê ya Hezoya Batmanê hatî- ye dinyayê. Xwendina xwe ya ewil, li gundê Kifîfê (Dogancikê) kirîye, li navçeya Qubînê (Bişêrîyê), dibistana navîn xwendîye, li bajarê Sêrtê, lîse qedandîye. Di sala 1997’an da ji Zanîngeha Dîcleyê beşê “Mamostetîya Ziman û Edebîyata Tirkî” mezûn bûye. Di sala 2016’an da, ji Zanîngeha Artûklûyê destûrnameya Lîsansa Bilind a Ziman û Çanda Kurdî girtîye. Di gelek kovaran da meqaleyên wî hatine weşandin.
Xebat û Berhemên Wî:
Kovara Rojî Kurd, Kovara Cemîyeta Hêvî (1913) - Werger, Tîpguhêzî, Ayhan Meretowar, Cemîl Amedî, Weşanên Warê, 2002.
Hunera Axaftina Xweş û Nivîsandina Rind (Ayhan Meretowar, Weşanên Enstîtuya Amedê, 2005.
Xutbeya Şamê, Munazeratê, Mûcîzatê Ehmedîye, Mûcîzatê Qur'anîye, Mûcîzeya Şeqqa Qemerê, Rîsaleya Munacatê, Rîsaleya Remezan û Îqtîsadê Werger, Bedîuzzeman Seîd Kurdî, Ayhan Meretowar, Weşanên Zehrayê, 2009.
Hesreta Hezkirinê (Şano), Weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Ayhan Yildiz, Pêşbazîya Berhemên Şanoyî, Xelata Mansîyonê, 2011.
Şev û Rojên Mubarek, Ayhan Meretowar, Weşanên Nûbiharê, 2011.
Kelîmeya Bîst û Sisêyan, Rîsaleya Uxuwwetê, Rêbera Ciwanan, Rîsaleya Nexweşan, Werger, Ayhan Meretowar, Weşanên Xizmetê, 2012.
Lemeat, Werger, Bedîuzzeman Seîd Kurdî, Ayhan Meretowar, Aydin Uneşî, Weşanên Xizmetê, 2012.
Dersên Civakî, Ayhan Meretowar, Mela Îbrahîm Xellê Amedî, Azîz Samûr, Weşanên Zehrayê, 2013.
Lorî, Ayhan Meretowar, Weşanên Wardozê, 2017.


PIRTÛKEN NIVÎSKARÊ

Huseynê Farê (Jîyan-Kilam)

Ayhan Meretowar

Biha : ₺36,00Daxistî : ₺25,20

Lorî

Ayhan Meretowar

Biha : ₺34,00Daxistî : ₺23,80