Bahoz Baran

Bahoz Baran, di sala 1982yan da li navçeya Amedê, li Licê ji dayik bû. Heta lîseyê li Licê xwend. Li Amedê li Zanîngeha Dîcleyê beşa perwerdeyê xelas kir. Xwedîtîya kovara Tîgrîsê kir û di sala 2003an da tevî hevalên xwe, zimanê kovarê guhert û li wir dest bi xebatên kurdî kir. Di 2006an da li Kurdî-Derê dest bi dayîna dersên kurdî kir û heta sala 2018an ders dan. Di sala 2013an da bi awayekî çalak tevî xebatên avakirina Weqfa Mezopotamyayê bû û heta niha jî xebatên xwe yên wê derê didomîne. Di sala 2015an da li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî da lîsansa xwe ya bilind temam kir û di sala 2017an da perwerdeya xwe temam kir. Di sala 2017an da tevî Mem Mukrîyanî û Mehpûs Serhedî “Weşanên Wardozê” ava kir û niha karê edîtorîya weşanxaneyê dike. Heta niha çar pirtûkên wî yên çîrokan hatine çapkirin.
Berhemên wî:
-A baş (B. Baran, Weşanên Wardozê, Çîrok, çapa duyem, 2021.)
-Derb (B. Baran, Weşanên Wardozê, Çîrok, çapa duyem, 2021.)
-Ferhenga Bişaftinê (B. Baran, Weşanên Wardozê, Raman, 2017.)
-Motik (B. Baran, Weşanên Wardozê, Meselok, 2017.)
-Rêzimana Kurmancî (B. Baran, Weşanên Wardozê, 2018. Çapa Berfirehkirî)
-Qîza Bavê Xwe (B. Baran, Weşanên Wardozê, Çîrok, 2019.)
-Rêbera Rastnivîsînê (Tevî Komxebata Kurmancîyê, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, 2019.)


PIRTÛKEN NIVÎSKARÊ

Qîza Bavê Xwe

Bahoz Baran

Biha : ₺34,00Daxistî : ₺23,80

Rêzimana Kurmancî

Bahoz Baran

Biha : ₺64,00Daxistî : ₺44,80

Motik

Bahoz Baran

Biha : ₺32,00Daxistî : ₺22,40

Ferhenga Bişaftinê

Bahoz Baran

Biha : ₺34,00Daxistî : ₺23,80

Derb

Bahoz Baran

Biha : ₺34,00Daxistî : ₺23,80

A Baş

Bahoz Baran

Biha : ₺32,00Daxistî : ₺22,40