Celîlê Celîl, di sala 1936an da li Êrevanê ji dayik bû. Di sala 1959an da li Zanîngeha Êrevanê Ya Dîrokê û di sala 1962yan da jî li Enstîtuya Lenîngradê Beşê Zanistên Rojhilatî perwerde bû. Teza xwe ya bi navê, “Di Salên 1850-1880yî Da Têkoşîna Azadîya Kurdan” di sala 1963an da temam kir. Di sala 1991ê da jî navê doktoraya Habîlîtasyonê ber lêkolîna: “Di Împaratorîya Osmanîyan Da Pêşdaçûn û Qedemgirtina Tevgera
Kurdan a Azadîyê” parast û navê profesorîyê wergirt. Ji sala 1994an heta sala 2009an li Zanîngeha Vîyanayê (Li Enstîtuyên Zimanên Îndo Germanîsîtik, Etnolojîyê) li ser ziman, dîrok, etnolojî û çanda kurdan; li enstîtuya perwerdeyê ji bona dersdarên kurd ên ku dixwestin mafê mamostetîya zimanê kurdî bistînin, mamostetî kir. Li Akademîya Zanistî Ya Vîyanayê çend proêktan li ser mijarên kurdolojîyê lêkolîn kirine. Celîlê Celîl, endamê fexrî yê Akademîya Zanistî Ya Îraqê û Ya Herêma Kurdistanê ye, herweha endamê Klûba PENê; Enstîtuya Kurdî Ya Parîsê; Yekîtîya Nivîskarên Ermenîyan û endamê Civaka Rojhilatnasên Sovyeta Bêrê û Rûsyayê ye. Bûye endamê rêvebirîya Yeketîya Evîndarên Pirtûkan li Ermenistanê; serokê para hevalbendîya “Zanistîyê” yê kurdan. Ew bixwe beşdarî gelek sempozyûm û konferansên hemdinyayê
bûye. Di warê folklor û dîrokê da bi dehan pirtûkên wî hatine çapkirin. Li ber keda xwe ya giran di bergeha kurdzanîyê da Celîlê Celîlî, xelata sala 2017an a akademîsyenên kurdên Almanyayê KURD-AKADê wergirtîye.Li Vîyanayê pirtûkxaneyeka mezin a kurdzanîyê saz kirîye ku tê da pirtûkên cur bi cur hene ku hejmara wan digihîje sî hezarî. Piranîya wan pirtûkan bi kurdî ne û li ser kurd û Kurdistanê ne. Ev çend sal in li ser kulîyata malbata xwe ya folklorê dixebite û cild bi cild hazirîya çapkirina vê xebatê dike.