Gulê Şadkam

Gulê Şadkam, di sala 1974an da li gundê Asîbilaxê Qoçanê ji dayik bû. Li Zanîngeha Meşhedê, beşa fîzîkê da xelas kir. Di navbera salên 1998 û 2007an da karê rojnamegerîyê kir. Ji sala 2004an ve li ser Kurmancîya Xorasanê dixebite. Gulê Şadkam, xemxureka folklora Kurdan e û bi salan e berhevkarîya gelek keresteyên folklorîk kirîye û dike. Hêjayî gotinê ye ku pirtûkeka wê ya ji bo zarokan a bi navê, Paçesorê hatîye çapkirin. Ew bixwe li Xorasanê dijî.