Necîb Mansiz

Necîb Mansiz, (Necip Mansız) di sala 1978an da li gundê Payê ya girêdayî navçeya Erdîşê ya Wanê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya se- retayî û navîn li gundê xwe qedandîye. Dibistana amadehîyê li Lîseya Erdîşê kuta dike. Di sala 2010an da li Zanîngeha Mugla Sıtkı Koçmanê, ji Fakulteya Zanist û Hunerê di beşa dîrokê da bi teza bi navê “Kürtler Bir Literatür Çalışması“ derçû. Di sala 2015an da li heman zaningehê teza xwe ya bi navê “İbnü’l- Esir’in el-Kamil Fi’t-Tarih Adlı Eserine Göre Kürtler ve Yaşadıkları Bölgeler” nivîsî û lîsansa bilind kuta kir. Ev xebata wî bi navê “Bir Ortaçağ Müellifinin Gözüyle Kürtler ve Yaşadıkları Bölgeler” wekî pirtûk hat çapkirin. Niha li Fransayê, li École Pratique des Hautes Études (EPHEê doktoraya xwe li ser “Li gorî çavkanîyên ereban, di navbera sedsalên 9 û 14an da eşîrên kurd û herêmên wan ên niştecihbûnê” dike.


PIRTÛKEN NIVÎSKARÊ

Afat

Necîb Mansiz

Biha : ₺54,00Daxistî : ₺37,80