Ordîxanê Celîl

Ordixanê Celîl, di sala 1932an da, li Ermenistanê li gundê Ûcanê (Nehîyeya Eşterekê) ji dayik bûye. Di sala 1956an da pey serhevdaanîna xwendina xwe ya pênc salan li Zanîngeha Êrevanê Beşê Fîlolojîyê, wê salê jî di Enstîtuya Dîroka Ermenistanê da bûye aspîrant û di sala 1957’an da Akademîya Ermenistanê, ji bona amadekirina lêkolîna teza doktorayê ya li ser eposa kurdî “Xanê Çengzêrîn, Dimdim”ê binivîse û xurtkirina zanînên li ser zanyarîya folklorê, wî dişîne Lenîngradê (Niha Sankt Petersbûrg) cem akademîk Î.A. Orbêlî. Di navbera salên sala 1954-57an da, li Radyoya Êrevanê li para xeberdanên kurdî wekî dîktor û karmendê îtêratûrayê kar kirîye. Ordîxanê Celîl, sala 1961ê teza xwe diparêze û navê doktorê zanyarîyê distîne. Pey vegera li Êrevanê çend salan li Akademîya Zanistîyê da li Enstîtuya Rojhilatzanîyê kar dike û paşê dîsa vedigere Petersbûrgê û li Enstîtuya Rojhilatzanîyê dibe zanyarê rêber û pê ra jî li zanîngehê wekî dixtor-profesor dixebite heta mirina xwe ya sala 2007’an.
Li ser dîroka kurdî, edebîyatê û folklora Kurdan ji 200î zêdetir pirtûk, gotar û berhemên Ordîxanê Celîl hene yên li Almanya, Swêd, Swîsre, Îraq, Sûrîye, Libnan, Îran, Polonya, Rûsya, Ermenistan û li Tirkîyeyê ji dehan zêdetir zimanan hatine çapkirin. Çend pirtûkên Ordîxanê Celîlî li ser zargotina Kurdan bi Rûsî hatine weşandin, yên baldarîya xwendavanên Sovyetê kişandine ser xwe, lê pirtûka wî ya bi navê “Stranên Kurda Yên Dîrokê” bi biryara meclîsa zanyarîyê ya Enstîtuya Rojhilatzanîyê hatîye pejirandin wekî pirtûka dersê ji bona xwendekarên Îranîzanîyê. Ordîxanê Celîl, endamê fexrî yê Akademîya Zanistî Ya Îraqê û Ya Herêma Kurdistanê bû, herweha endamê Klûba PENê; Enstîtuya Kurdî Ya Parîsê; Yekîtîya Nivîskarên Sovyet û Rûsyayê, endamê Civaka Rojhilatnasên Sovyeta Bêrê û Rûsyayê, endamê Yeketîya
Jûrnalîstan li Sovyet û li Rûsyayê bû.