Rêdî Seîd

Rêdî Seîd, di sala 1983yan da li gundê Oxlanê yê bi ser navçeya Hewaga Rihayê ve ji dayik bû. Ji ber ku li gundê wan dibistan tune bû qeyda wî di sala 1988an da li Y.İ.B.Oya (dibistana leylî yan jî bi tirkî yatili) Hewagê dikin û heman salê ji ber çêkirina Bendava Ataturkê neçar dimînin ji gundên xwe derkevin û bi tevî nas û merivên xwe mala xwe bar dikin navenda Rihayê. Rêdî, di 2000an da ji Lîseya Hunerên Bedew a Rihayê mezûn bû. Di 2004an da li Zanîngeha Çukurovayê Beşa Mamostetîya Wêneyan kuta kir û piştî vê di 2009an da li heman beşê mastera xwe qedand û di 2018an da li heman zanîngehê di Beşa Huner û Dîzaynê da doktoraya hunerî kuta kir. Rêdî Seîdî, heta niha di gelek pêşbazîyên wêneyan da xelat wergirtine û li gel vê jî wêneyên xwe li gelek bajar û galerîyên cuda di pêşangehên kesane û hevpar da pêşkêşî bîneran kirine. Rêdî, ji xeynî karê hunerê û mamostetîyê bi karê berhevkarîya berhemên zargotînê ra mijûl e, li gelek cih û warên welatî gerîyaye û heta niha gelek çîrok û kilam berhev kirine.


PIRTÛKEN NIVÎSKARÊ

Gula Perîyan

Rêdî Seîd

Biha : ₺92,00Daxistî : ₺64,40

Min Xewnek Dît

Rêdî Seîd

Biha : ₺92,00Daxistî : ₺64,40

Rêya Çûn û Nehatinê

Rêdî Seîd

Biha : ₺98,00Daxistî : ₺68,60

Hêka Kelandî û Noka Kelandî

Rêdî Seîd

Biha : ₺98,00Daxistî : ₺68,60

Rostemê Zal û Cîhangîr

Rêdî Seîd

Biha : ₺92,00Daxistî : ₺64,40