13 Rûpelên Balkêş ji Dîroka Gelê Kurd

Kurdnasê Sovyeta kevn, Celîlê Celîl, lêkolînên wî li ser dîrok, zargotin (folklor), lîteratora kurdî bi zimanên rûsî, ermenî, kurdî (kurmancî, soranî), erebî, tirkî û almanî derketine. Ew ji Êrîvanê (Komara Ermenistanê) warguhêzî Vîyanayê bûye û li wê li Akademîya Zanistî karê lêkolînên kurdnasîyê berdewam dike. Pirtûka “13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd” li ser sêzdeh gotarên wî, yên ku dema berê bi zimanên rûsî, ermenî û kurdî çap bûne bingeh girtîye. Her gotarek li ser çavkanîyekê ava bûye. Bihayê vê berhevokê mezin e, ji ber ku li ber xwendevanan çavkanîyên nenas û balkêş vedibin. Bervedana wan ya zanistî hêjatîya pirtûkê hîn zêde dike.

Cure

: Dîrok

Dîroka Weşanê

: 2020-05-05

Nîvîskar

:Celîlê Celîl

Weşanxane

: Wardoz

Hijmara Rûpel

: 232

ISBN

: 9786052003213

Biha

: Biha : 72,00 ₺Daxistî : 50,40 ₺