Dîdarok û Qewlikên Zarokan

Di vê pirtûkê da 689 dîdarok û qewlikên zarokan û 76 şîret-qesîde hene. Keresteyên vê pirtûkê di salên 1970yî da hatine berhevkirin. Di dîdarok û qewlikan da hêvî, hesret, çoş, hezkirin, şîret hêmanên sereke ne. Hinek jê rasterast zarok dibêjin, hinek ji bo zarokan tên gotin. Berhevkirina vî cureyê zargotinê gelekî zehmet e, Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîlî bi keda salan, bi bêhnfirehî ev qewl û beyt berhev kirine.

“Hîvê, hîvê
Zengilzîvê
Dîya min şorbe çêkirîye,
Para hîvê bîr kirîye.”

“Navê min, navê te,
Kumê min serê te
Bireve, ez bidim pey te.”

Cure

: Dîdarok, Qewlik

Dîroka Weşanê

: 2022-11-22

Nîvîskar

:Celîlê Celîl,Ordîxanê Celîl

Weşanxane

: Wardoz

Hijmara Rûpel

: 160

ISBN

: 978-605-2003-44-2

Biha

: Biha : 78,00 ₺Daxistî : 54,60 ₺