Qewl û Beytên Êzdîyan

Di vê pirtûkê da qewl û beytên êzdîyan yên ku bi salan bi awayê devkî hatine gotin û destûra nivîsîna wan zehmet bûye hene. Keresteyên vê pirtûkê di salên 1970yî da hatine berhevkirin. Di qewl û beytan da em gelek raman, hêma û nîşaneyên êzdîyatîyê dibînin. Berhevkirina qewl û beytan gelekî zehmet e, Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîlî bi keda salan, bi bêhnfirehî ev qewl û beyt berhev kirine.

“Erê bendeo, sed salî li dine bî,
Bi zêr û zîv dibe xinê bî,
Axir rojekê bendaê mirinê bî,
Miskîno, jaro ya ademî.”

“Dinîya heye xan û man e,
Îsan tê da bazirgan e,
Bazirgan diçe, xan cî da ne,
Miskîno jaro ya ademî.”

Cure

: Qewl, Dua

Dîroka Weşanê

: 2022-11-22

Nîvîskar

:Celîlê Celîl,Ordîxanê Celîl

Weşanxane

: Wardoz

Hijmara Rûpel

: 312

ISBN

: 978-605-2003-43-5

Biha

: Biha : ₺108,00Daxistî : ₺64,80