Qîza Bavê Xwe

Di vê pirtûkê da çardeh çîrokên modern hene, ev çîrok hem ji hêla zimanê xwe ve û hem jî ji hêla mijarên xwe ve balê dikişînin ser xwe. Navên çîrokan ev in: • GELO MELA ÇIMA MIR? • HEZAR CARÎ HELA • KENÊ BÊTORE • MELA ŞEKIR • XALTÎYA EYŞO • NÎVCO • XEZEB • CARNA MIROV DOZA TIŞTÊN NEBAŞ JÎ DIKE! • DOLMÎŞA XALÊ MIHEME • BAŞ E KU DÊYA MIN NEÇÛYE MEKTEBÊ • ŞAHEVÎN • MEKTÛBA GORBAÇOVÎ • QÎZA BAVÊ XWE • XÎRETA GUNDÎYAN • “Li vê dinyaya destedewran, mirovî çi jî bikira boş û betal bû, beredayî bû, mirov binbêjing bû, her kes li ser pif û nîvekê bû. Li vê dinyayê ez bar bûm û kesên din tev ji min ra serbar bûn. Li rastê bûm, esil li vê dinyayê her kes li rastê bû, lê kêm kesî bi xwe derdixist. Emrek bû û carek bû. Hefsarê hespê hebûnê ji destê min filitîbû û nema dihat zevtê. Xelk li ser koka xwe şîn hatibû, ê min ez li ser terîya xwe. Loma çênedibûm. Loma a wisa her nîvco bûm." Ji çîroka “Nîvco”yê

Cure

: Dîrok, Edebîyat, Çîrok, Çîrok, Çîrok

Dîroka Weşanê

: 2019-02-15

Nîvîskar

:Bahoz Baran

Weşanxane

: Wardoz

Hijmara Rûpel

: 112

ISBN

: 978-605-2003-11-4

Biha

: Biha : ₺42,00Daxistî : ₺29,40