Şampaz
Bûyera romanê, li Qoserê (Qezê) derbas dibe. Kurdekî şampaz, bi dek û dolabên xwe xelkê dişêlîne, rût dike û dihêle. Kalekî me jî dikeve ber xezeba wî, lê kalo, dev jê bernade û bi dû wî sextekarî dikeve… “Ez jê pir aciz bûbûm. Min ji xwe ra got ew îro pê li can û cesedê min jî bike, ez ê pereyên xwe yên berê û yên ku min aniha dabûnê, wan tevan jê bistînim. Min got pere, wî got zerfa te. Min got, ka perê min û wî ji min ra xweş kir. Min got, ka perê min û wî bi derewên xwe qûç çêkir. De û de, wî lê nihêrî xelasî tune. Hêdî hêdî bin wî sincirî. Mehdê wî qulibî. Min lê nihêrî, çavê wî li revê ye. Pere xistibûn berîka çakêtê xwe. Min xwe çeng kir çakêtê wî û hişk pê girt.”
Cure | : | Edebîyat, Roman |
Dîroka Weşanê | : | 2019-02-15 |
Nîvîskar | : | Sadiq Ûskan |
Weşanxane | : | Wardoz |
Hijmara Rûpel | : | 170 |
ISBN | : | 978-605-2003-12-1 |
Biha | : | Biha : 68,00 ₺Daxistî : 47,60 ₺ |