Sêxiştîyên Kurmancî Xorasan

Sêxiştî, di nava folklora Kurdan da li seranserê Kurdistanê û dîyasporaya wê da hunereka pir hezkirî û belavbûyî ye. Herçiqas ji hev piçekî cihê bin jî, heyranok, dilok, dûrik, sêrêzî ji malbata sêxiştîyan in. Celîlê Celîl û Gulî Şadkam, di sala 2011’an da li Xorasanê gund bi gund, kon bi kon gerîyane û wan ev sêxiştî kom kirine. Ev xebat, ji 1701 sêxiştîyên herêma Xorasanê pêk tê. Sêxiştî, ji sê rêzan pêk tên û li ser mijarên cur bi cur tên gotin, bi teql û rîtmîk in. Di sêxiştîyan da her du rêzên pêşîn bi awayekî xurt bi hev ve têkildar in û di bîra stranvanan da bi hev ve girêdayî dimînin, ji hev naqetin. Rêza sisêyan, li Kur¬distanê, wekî adet azad e, ew giranîya naveroka stranê, nîyeta bingehîn digire ser xwe.

Cure

: Folklor, Dengbêjî

Dîroka Weşanê

: 2018-02-05

Nîvîskar

:Celîlê Celîl,Gulê Şadkam

Weşanxane

: Wardoz

Hijmara Rûpel

: 176

ISBN

: 978-605-2003-03-9

Biha

: Biha : ₺55,00Daxistî : ₺38,50