Yeni Haberler

Hevpeyvîn - Bahoz Baran-Mirad Karker
Hevpeyvîn - Bahoz Baran-Mirad Karker
Pirsgirêka Dengê Paşdaçekan
Pirsgirêka Dengê Paşdaçekan
Hevpeyvîn- Bahoz Baran & Miqedes Akin
Hevpeyvîn- Bahoz Baran & Miqedes Akin
Seta Folklora Kovaran
Seta Folklora Kovaran
Seta Foklkora Kurdan
Seta Foklkora Kurdan
Rêzimana Kurmancî
Rêzimana Kurmancî
Seta Zargulê
Seta Zargulê
Weşanên Wardozê
Weşanên Wardozê
Pirtûka pêkenîyan derket...
Pirtûka pêkenîyan derket...
Seta Werzebayê derket!
Seta Werzebayê derket!
Hevpeyvîn - Bahoz Baran-Mirad Karker

Hevpeyvîn - Bahoz Baran-Mirad Karker

Em qala neteweyekê dikin. Bi sed salan e tê dikoşe û îro va ye ketîye ber pêlên bişaftinê. Em aniha rastîyê nebêjin, dilê hev nehêlin, dê sibêroj dilê neteweyekê bimîne.

Hevpeyvîn bi Bahoz Baranî ra
Li ser pirtûka “Jîyaneka Berevajî”yê
Mirad Karker, Amed

Ferhenga Bişaftinê bi pêşgotineka kurt dest pê dike û di wir da jî hevoka ewil ev e: “Ev ferheng naxwaze mezin bibe.” Gelo Jîyaneka Berevajî encama vê hêvîşikestinê ye?

Na. "Ferhenga Bişaftinê" li ser dîmenan ava bûye. Min dîmenên bişaftinê bi awayekî kategorîk tê da bi cih kirin. Di "Ferhenga Bişaftinê" da lêtemaşekirin li pêş e, min xwest kurd li xwe temaşe bikin; lê "Jîyaneka Berevajî" jî li wan dîmenan dikole, xwe digihîne kakilên wan û wan deşîfre dike; loma em dikarin bibêjin di "Jîyaneka Berevajî"yê da lêhûrbûn û dîtin li pêş e. Kesê ku li xwe temaşe neke, li ser xwe nefikire û xwe nebîne nikare ji nav alozîyan derkeve. Ez dixwazim em li xwe  temaşe bikin, xwe bibînin. Lê pirsgirêkek jî heye, ji ber ku piranîya kurdên li Bakurê Kurdistanê nizanin bi zimanê xwe bixwînin, ev pirtûk nagihîjin gelek kesan. Çi wêne, çi şano, çi sînema be, divê kurd bindestî, bişaftin û mêtinkarîyê bikin mijarên van qadan. 

 

Mijarên berhemê kêm zêde li ser bindestî, bişaftin û mêtinkarîyê ne. Ji bo van têgihên qelew û girs şûna tez û gotarên akademîk te çima hevokên aforîzmatîk û şiroveyên kurt tercîh kirin?  

Ev jî şêweyek e, gelek kesan fikrên xwe bi vî awayî dîyar kirine. Ev awa di nav nivîsara kurdî da jî kêm e. Mirov dikare li ser van bend û aforîzmayan biaxive û ji wan gotaran jî binivîse, lê ev karekî din e. Bi min fikr û raman bi vî awayî dikarin zûtir belav bibin, bi şertê ku mirov xwe kurt û xurt îfade bike. Mesela li ser kurdên ku bi kurdî dizanin û naaxivin min ji motîfa "kundê kor" gotina "kurdên kor" çêkir ku bi rastî jî mirov bi zimanê xwe dikare hev dibîne. Ez êdî wextê kurdên wisa dibînim gotina "kurdên kor" tê hişê min. "Bîra bişaftinê" jî metaforeka din e ku min qal kirîye, em kurd niha di wê bîrê da ne û keçikeka xweşik (zimanê serdest) pirsekê ji me dike. Çarenûsa me dê li gorî bersiva wê pirsê dîyar bibe. Dîsa li Bakurê Kurdistanê matbaayeka mezin a me kurdan tune ye û em pirtûkên xwe li bajarên serdestan çap dikin. Li gorî vê yekê jî min navê vê rewş kir “welatê bêtenûr” û şirove kir. Aforîzma, metafor, alegorî û hwd dikin ku em wan rewş û kesan di hişê xwe da deq bikin, ji bîr nekin û li ser wan bifikirin. Ev xebat ji parçeyan xwe digihîne portreya giştî. 


Gava ewil a dekolonîzasyonê hayjixwehebûn e. Tu jî Jîyaneka Berevajî bi teşhîşekê didî destpêkirin û kesên mêtî wek nexweşan bi nav dikî. Tu dikarî vê nexweşîyê hinek rave bikî û em pê bizanin ka dermanê wê heye yan tune ye?

Mirov nexweş be (nexweşê giran) û wekî xweşan tev bigere, mirov dê talîyê bikeve û bimire. Asîmîlasyon yan jî bişaftin nexweşî ye û encama bindestî û mêtinkarîyê ye. Ev nexweşî neteweyan ji ortê radike, dihelîne, dikuje. Divê pêşî mirov nexweşîya xwe qebûl bike. Lê qebûlkirin têrê nake, divê mirov qala vê nexweşîyê jî bike. Ji ber ku êrişî mêjîyê mirovî dike, ev nexweşîyeka hişî û psîkolojîk e û têderxistina wê jî zehmet e. Lazim e mirov li xwe û li bin hişê xwe vegere. Bişaftin ji ber ku hêdî hêdî pêk tê û veşartî ye, mirov yan jî netewe zû bi zû pê nahesin. Kurdan hîn bişaftin wekî nexweşî bi nav nekirîye û nexweşîya xwe qebûl nekirîye. Kurd bişaftinê nabînin! Kurdî li defa hewarê dixe, lê yan deng naçe kurdan yan jî wî dengî şaş fam dikin, zêde ne xema wan e. Ez nimûneyekê bidim û vê berçav bikim, wextê min dest bi dibistanê kir sala 1988an bû, li Licê di pola me da 20-25 xwendekar hebûn ji me yek jî bi tirkî nedizanî. Çend sal berê ez çûm wê dibistana xwe û min ji mamosteyekî pola yekem pirsî, got 32 zarok hene û yek ji wan jî bi kurdî nizane. 
Ji bişaftinê bêhtir, sersarîya kurdan a li hemberî bişaftinê mirovan ditirsîne. Vê gavê dermanê vê yekê çi ye? Dermanê sereke avakirina hişmendîya zimanî û neteweyî ye ku, ew ji berê da li nav kurdan kêm peyda dibe. Plan, plansazî û sîyaseteka we ya zimanî tune be yan jî qels be hûn nikarin ji vê nexweşîyê xelas bibin, hûn ê bimirin, jixwe hûn aniha dimirin. Mirov ku mirina xwe nebîne, ev trajedîyeka mezin e. Hinek dibêjin qey dê hişmendîya zimanî ji ber xwe ve çêbibe. Na, hişmendî çênabe, ew tê çêkirin. Nakokîya herî mezin a tevgerên kurdên li Bakurê Kurdistanê jî ev e. Bi salan e tê dikoşin, lê giringîyê nadin meseleya zimanî, wê hişmendîyê ava nakin. Çima bi salan e em tê dikoşin, berdêlên giran didin, lê asta hişmendîya zimanî ya gelê me pir qels e? Divê em bersiv bidin vê pirsê. Ji alîyê zimanî da têkçûneka mezin heye, lê berpirs naxwazin bibînin. Dema ku hûn devê xwe vedikin û rastîyê dibêjin, zora wan diçe û xwe aciz dikin. Ajîtasyon û xweşkirina ji hev ra nahêle ku ev nexweşî bê dîtin û tesbîtkirin. Em di meseleya zimanî da ne rastbêj in. Kurd jî bûne şirîgên bişaftinê, wextê qala vê meseleyê bikin divê pêşî ji xwe dest pê bikin, lê nakin. Vîrus zimanê serdestan be antîvîrus zimanê bindestan e.

 

Mêtinkar naxwazin bibin mijareka lêkolînê. Ji ber ku li gorî wan ew biker in em bireser in (!) Lê te di berhema xwe da beşek ji bo mêtinkaran jî veqetandîye. Gelo mirov mêtinkarê xwe nas bike çi li enîya mirovî zêde dibe?


Mêtî hebe mêtinkar jî heye. Mirov mecbûr e qala her duyan jî bike. Mêtî nexweş ketibe, ev ji ber nexweşîya mêtinkaran e, ew jî nexweş in. Ji ber ku bi salan e bi me kurdan daketine, wan xirabî bi me kirîye, ew jî nexweş ketine. Lê ew tu caran naxwazin qal bê ser wan, bi taybetî dema ku mêtîyek qala wan dike, pir aciz dibin. Ew jî xwar in, lê naxwazin di neynika rastîyê da li xwe binêrin. Ji bo em bikarin ji vê bindestî, bişaftin û mêtinkarîyê xelas bibin lazim e em li mêtinkaran hûr bibin, wan baş nas bikin. Raman, helwest û tevgerên wan ji hev derxin. Bi salan e em li hemberî wan tê dikoşin, lê me bi awayekî baş ew nas nekirine. Mirov ku tiştekî, kesekî baş nas kir, mirov li gorî wê yekê tevdîra xwe dike, li ber xwe dide. Em bibêjin tu yekî gundî yî, pez û dewarên te hene û guran belaya xwe bi wan daye. Divê tu bizanî ew ajel kînga êriş dike, ji çi hez dike, ji çi aciz dibe, çawa tê zevtkirin, mirov çawa xwe jê diparêze. Ku ne xwedîyê wan agahî û zanînan bî tu nikarî bi guran ra biçî serî. Ev ji bo mirov û neteweyan jî wisa ye.

Franz Fanon di Çermê Reş û Rûpoşa Spî da weha dinivîse: “Ez bizanim ez ê xezeba birayên xwe yên çermreş bikişînim ser xwe jî ez ê bibêjim. Mirovê reş ne mirov e.” Te jî qet texsîr nekirîye û kes ji ber tîrên te yên rexneyî nefilîtiye. Qet nehat bîra te dibe ku dilê hinekan ji te bimîne yan jî tu hinekan ji xwe bixeyîdînî? Sedema vê tûjbûnê çi ye?

Min di pirtûkê da gotîye, “Ziman yek be, qeder yek e.” Em qala neteweyekê dikin. Bi sed salan e tê dikoşe û îro va ye ketîye ber pêlên bişaftinê. Em aniha rastîyê nebêjin, dilê hev nehêlin, dê sibêroj dilê neteweyekê bimîne. Bişaftin naşibe şerê çekdarî, kurdan bi awayekî fîzîkî baş li ber xwe daye, lê em îro dibînin ku li hemberî bişaftinê nikarin û nizanin bi awayekî baş li ber xwe bidin. Kurdan bi sedsalan kurdî li gundan parast, lê aniha kurd li bajaran in û nikarin kurdî (xwe) biparêzin. Li vir em behsa neteweyekê dikin, şexs ji bo me êdî ne giring in. Paulo Freire jî dibêje, divê mirov li ber dilê mêtîyan nede û rewşa wan bi wan xweş neke. Rastî hem tehl e hem tûj e. Huner û edebîyat hinekî din jî wê nerm dikin, min jî bi rêya wan rewşa rave kirine. Di destpêka pirtûkê da jî ez dibêjim ev "pirtûkeka acizker e," kîjan kurd bixwîne, dê aciz bibe. Jixwe divê em ji rewşa heyî aciz bibin! Em ji bo çi aciz nabin? Em giş ketine bîra bişaftinê, em ketine nav wê çehla genî, lê lazim e hinek ji me qala vê genîbûnê bikin.

 

Yek ji beşa giring a berhemê ziman e. Heta em dikarin bibêjin hemû mijar bi awayekî temasî meseleya zimanî dikin. Ev meseleya zimanî ewqas giring e, lê kurd çima xwedîtîyê li zimanê xwe nakin û zimanê serdestan ewqas bi wan şîrîn tê? 


Ziman tune be em nikarin qala mirovan bikin. Mirovê ku bi zimanekî din jî dijî, ne xwe ye, kesekî din e. Ziman, nasnameya sereke ye ku di zikê dayikê da teşe digire û hemû jîyan li ser wî tê avakirin. Loma tiştê herî giring bi min ew e. Em hêza zimanî tiştekî kêm nehesibînin, dinya li ser wî ava bûye û dibe. Kurdî ji kurdan derxî dê çi bimîne ji wan? Tiştek jî namîne. Loma heta sibehê jî em qala zimanî bikin kêm e. Kurdan bi sedselan kurdî xwedî kirîye, hêza herî mezin a kurdan, artêşa wan a herî xurt ziman e, kurdî ye, lê ya ku kurd qîmeta wê nizanin û nizanin pê tê bikoşin jî ziman e, wan rêxistina xwe ya herî mezin ango zimanê xwe çalak nekirîye. Welatê wan îro dagirkirî be jî kurd hene û li ber xwe didin, tiştê ku kurdan he dike ziman e, ziman heyvanê gîyanê neteweyê ye. Kurd carna neteweperwerîyê ji bo xwe wekî tiştekî nebaş dihesibînin. Ev şaş e. Mirov pêşî divê ji xwe hez bike. Neteweyek pêşî divê ji xwe, ji hebûna xwe hez bike. Mirovê ku ji xwe hez kir, dikare ji mirovên din jî hez bike. Kurdan kurdî nedîtîye, bihîstîye. Zimanê kurdan di guhê wan da ye. Divê zimanê wan bikeve ber çavê wan. Kurdî berbiçav nebûye. Ji kurdî hez dikin, lê jê bawer nakin. Ku kurdî bibînin dê jê bawer bikin.
Îro zimanê ku zikê wan têr dike û derfetan ji wan ra diafirîne, zimanê serdestan e. Vê gavê ew ziman hingiv e, bi wan şîrîn tê, kurdî bi kêr nayê, zilindar e û ji bo wan tehl e, lê meseleya zimanî tenê ne meseleyeka madî ye, alîyê wî yê hebûnî, manewî heye. Hişmendîya neteweyî û zimanî qels e di nav wan da, ev hişmendî wekî ku min got, tê çêkirin û ez dibêjim sedema pêşneketina wêya ya herî mezin nexwendin e. Bala xwe bidê, vê gavê kesên ku li ser zimanî dixebitin û li bajaran dijîn bi piranî kesên xwenda ne. Hişmendîya neteweyî û netewe tiştên kevn nînin û hatine çêkirin. Dewletê jî kurdan jî kurdî bi têra xwe krîmînalîze kirîye, divê mirov kurdî normalîze bike. Ku normalîze bibe dê mirov jê nerevin.

 

Ev pirs hinek bi pirsa jor ra têkildar e. Tu di beşa edebîyatê da jiyanê wekî çavkanîya edebîyatê dibînî? Bi vê tesbîta te ra têkildar gelo zimanê bajêr nebe kurdî em dikarin li benda edebîyateka xurt bin? 


Kurdên li bajaran dijîn bûne wekî masîyên golan, lê te dît kurd dibêjin masî di golan da nabin hût. Kurd di van bajarên nekurdîaxiv da nikarin xurt bibin. Edebîyat ji jîyanê xwedî dibe, çavkanîya wê ya sereke jîyan e. Wextê ew jîyan ne bi zimanê mirovî ve, edebîyat derb dixwe. Berê, piranîya kurdan li gundan bûn û zimanê wan gundan kurdî bû, lê îro piranîya wan li bajaran in û zimanê wan bajaran ne bi kurdî ye. Dibêjin bila edebîyata kurdan ji gundan derkeve û qala bajaran û mijarên roja me bike. Ji ber ku jîyana bajaran ne bi kurdî ye, hiş û gîyanê mirovan li gorî zimanê me teşe nagire. Tu kurdek bî rabî Pablo Nerûdayî bi zimanekî din bixwînî dibe ku kêfa te jê ra bê, lê dema ku tu wî bi zimanê xwe  (bi şertê wergêraneka baş) bixwînî hem dê kêfa te jê ra bê û wekî din dê kel li gîyanê te bikeve, tu bicoşî û rabî tiştekî bikî, ji ber ku li wir Nerûda bi zimanê te ra, bi hebûna te ra dîyalogekê çêdike. Bajar vê gavê bi me ra naaxivin, dîyalogekê çênakin. Bajarên kurdan ji alîyê zimanî ve ker û lal in.

 

Dema min navê berhemê dît hema rasterast gotina Marxî ya ji bo Hegelî hat bîra min. Wekî tê zanîn Marx ji bo dîyalekta Hegelî dibêje serberjêr e û angaşt dike wî bi ser lingan daye rûniştandin. Gelo ev jîyana berevajî dê çawa rast bibe? 

Vê gavê em kurd em dixwazin jîyaneka berevajî rast bijîn, lê ev ne pêkan e. Adorno dibêje, mirov nikare jîyana çewt, rast bijî. Ku jîyana mirovî ne li gorî ziman û çanda mirovî be, ew jîyan xwar e, berevajî ye. Kurd divê enerjîya xwe bidin ser meseleya zimanî û çandî. Wan ev mijar tim taloq kirîye. Ziman û çand zindî ne, divê mirov xwedîtîyê li wan bike. Ku ziman û çanda kurdan qels bûya, karê kurdan zehmettir dibû, lê her du jî bi têra xwe xurt in. Kurdan heta îro bêhtir hêza barûdê bi kar anîye, lê hêza ziman û çandî li rastê maye. Divê me bigota pêşî ziman, lê me got paşê ziman. Serhildana neteweyeka bindest bi çekan dest pê bike jî heta hetayê bi çekan dewam nake; ji bo neteweyeka bindest hêza herî biderb û domdar ziman e, çand e, huner e. Neteweya ku vê rastîyê fam neke û plansazîya xwe li gorî wê çêneke nikare bi ser bikeve. Hevalekî xala ekonomîyê jî lê zêde kiribû, ew jî rast e. 
Divê em bikarin zimanê xwe bikin standard, em bikarin sînorên van dewletên serdest derbas bikin û zimanê xwe di qada zimanên dinyayê da bi cih bikin. Statuya zimanî bilind bibe, ziman bi cih bibe, jîyan rast dibe. 

 

Bawer im tu qet nasekinî û her tim hin tesbîtan li hiş û deftera xwe zêde dikî. Tu dikarî li vê dawîyê tiştên tu aciz kirîye ji me ra bibêjî? 

Her dîmen û bûyera bi bindestî, bişaftin û mêtinkarîyê ra eleqedar bivê nevê dikeve ber çerxa hişê min. Hatina Koma Amedê ji bo welatî tiştekî baş bû, lê roja din wextê min dît hevpeyvîna wan ne bi zimanê wan e, ez aciz bûm. Lê fikirîm, min got, sedem ne ew e ku bîra zimanê xwe nabin. Çûne welatên xerîb, lê wan zimanê bişêvker ango vîrusa xwe (di pirtûkê da qal dikim) ya gerok bi xwe ra birîye Ewropayê jî. Bi zimanê xwe nejîyane, jê dûr ketine, loma ew zimanê wan ê şikestî têra hevpeyvînekê nake. Ku bi zimanekî şikestî biaxivin dê rastîya wan derkeve meydanê. 

 

Spas ji bo bersivan… 
Ez spas dikim. Her hebî.


Bu haberi paylaş: