Pirtûka pêkenîyan derket...
"Sihet Xweş" derket! Sihet Xweş, Berhevkar: Mehpûs Serhedî, 2024. Edîtor: Hîkmettîn Atlî
Di vê pirtûkê da ji gelek deverên Kurdistanê bi dehan pêkenî hene. Mehpûs Serhedî bi keda salan ev pêkenî yek bi yek ji nav gelî ji devê zarbêjan girtine. Taybetîyeka van pêkanîyan ew e ku gelek ji wan ji ber ku eyb hatine hesibandin û argo ne, nehatine qeydkirin.
Şekir şêrîn bû, nefs kafir bû
Go gundîya yek şand bajêr ku here ji wan ra şekira bistîne. Camêr çû şekir standin lê di vegerê da dilê wî çû şekira, hebo hebo avêt devê xwe heta gihîşt gund. Wextê gihîşt gund mêze kir şekir nemane. Gotin:
–Te çawa kir, kanê şekir?
Camêr li hev çû hat û got:
–Şekir şêrîn bû, nefs kafir bû.
Ji tirsa qûnê
Go cangeyek xesandibûn, ew jî nava cangê din da bû. Îja go rokê cangeya tev berda ser mangekê. Go mange revîya, evan cangan dan dû, cangê xesandî jî da dû. Ê mange zane ev cange xesandî ye. Go bû roja din, mangê ji wî cangeyî pirsî go:
–Erê evên din min fam kir derdê wan çî ye, lê te ji bo çi dabû dû min, derdê te çi ye?
Cangê xesandî go:
–Heyraaan, wela wa ye tu bi halê min zanî, min go bila bi min nehesin, mi jî ji tirsa qûna xwu bera dû te da.