Polîtîkaya Nepenîyê

Polîtîkaya Nepenîyê

Dîroka nûkirinê: 15.04.2025

Em bi navê Weşanxaneya Wardozê giringîyê didin parastin û veşartina agahîyên kesên ku malpera me www.wardoz.comê zîyaret dikin. Ev polîtîkaya me ya nepenîyê Ii ser berhevkirin, bikaranîn, veşartin û parastina agahî û daneyên we yên şexsî ne.

1.    Daneyên Berhevkirî

·         Nav, paşnav, navnîşana e-postayê, numreya telefonê, agahîyên nasnameyê û pêwendîyê,

·         Navnîşanên teslîmat û fatûreyê,

·         Agahîyên peredayînê (daneyên wekî karta krêdîyê rasterast ji alîyê kesên peredayînê pêk tînin tê xebitandin),

·         Agahîyên lêgerîna nav malperê (çerez û bi alîkarîya xizmetên analîzî).

2. Armanca Bikaranîna Daneyan

Daneyên şexsî yên ku tên berhevkirin, bi armancên li jêr tên bikaranîn:

  • Ji bo pêkanîna karên sparişan û kargokirinê,
  • Ji bo rêvebirina hesabên bikarhênerîyê û piştgirîya mişterîyan,
  • Ji bo bicihanîna berpirsîyarîyên qanûnî,
  • Ji bo pêşxistina ber û xizmetên me, ji bo kampanya û agahdarkirinê, (ku hatibe erêkirin).

3. Ewlehîya Daneyan

Daneyên we yên şexsî, bi rêbaza standardên ewlehîyê yên herî pêşketî tên parastin; li hemberî xwegihandina bêdestûr, bikaranîna ji bo armancên xirab, li hemberî bidestxistin û guhertinan, hemû tevdîrên hewce hatine girtin.

4. Parvekirina ji bo Kesên Sêyem

Daneyên we yên şexsî, bi tenê rewşên wisa da bi kesên sêyem ra tên parvekirin:

  • Fîrmayên kargoyan yên ku xizmet ji wan tê stendin, pergalên peredayînê û dabînkerên binesazîyê,
  • Li gorî mecbûrîyetên qanûnî ji bo sazî û dezgehan,
  • Rewşên din ên ku we destûr daye.

5. Bikaranîna Çerezan (Cookie)

Wardoz.com, ji bo cerebeya bikarhênerîyê bi pêş bixe, çerezan bi kar tîne. Hûn dikarin ji eyarên geroka xwe, tercîhên xwe yên çerezan biguherînin.

6. Mafên Xwedîyê Daneyan

Di çarçoveya qanûna (“KVKK”)yê ya bi numreya 6698an da ku Qanûna Parastina Daneyên Şexsî ye, hûn xwedîyên van heqan in;

  • Hînbûna xebitandin û nexebitandina daneyên we yên şexsî,
  • Ku hatibe xebitandin daxwazkirina agahîdayînê,
  • Sererastkirin, jêbirin yan jî daxwaza anonîmkirinê,
  • Mafê îtirazkirina çalakîyên xebitandina daneyan.

Hûn dikarin van daxwazên xwe bigihînin vê navnîşana me: info@wardoz.com