Şertên Bikaranînê

Şertên Bikaranînê

Dîroka Nûkirinê: 15.04.2025

Ev şertên bikaranînê, ji bo qaydeyên bikaranîna xizmetên li ser malpera bi navê www.wardoz.comê ne. Hemû bikarhênerên ku malperê zîyaret dikin, ji serî da van şertan qebûl dikin.

1. Pênaseya Xizmetê

Wardoz.com, platformeka e-ticaretê ye ku bi armanca danasîn û firotina pirtûkên Weşanên Wardozê hatîye avakirin.

2. Berpirsîyarîyên Bikarhêran

Bikarhêner qebûl dikin ku dê malperê bi tenê li gorî armancên qanûnî û prensîpên bikaranîna dirust bişixulînin.

Bikarhêner nikarin mafên bikarhênerên din binpê bikin, tevahîya pergalê xirab bikin yan jî karekî ku dê zirarê bide pergalê pêk bînin.  

Di wextê endamtîyê da, ji rastbûn û nûbûna agahîyan bikarhêner berpirsîyar e.

3. Mafên Milkîyetê ên Fikrî

Hemû naverokên (metin, dîtbarî, logo, sêwiran û hwd) di malpera Wardoz.comê da aîdî Weşanxaneya Wardozê ne. Kopîkirin, belavkirina wan a bêdestûr, qedexe ye.

4. Spariş û Şertên Vegerandinê

Spariş piştî peredayînê, di wextekî kurt da teslîmî kargoyê tên kirin.

Karên vegerandin û betalkirinê li gorî mewzûata eleqedar û li gorî çarçoveya Polîtîkaya Vegerandinê ya Wardoz.comê pêk tên.

5. Sînordarkirina Berpirsîyarîyê

Wardoz.com, yekser an neyekser ji zirara ji ber bikaranîna malperê ne berpirsîyar e. Herweha ji ber şaşîyên nivîsî yên agahîyên berheman jî ne berpirsîyar e.

6. Mafê Guhertinê

Weşanên Wardozê, dikare van şertên bikaranînê û polîtîkaya xwe ya nepenîyê hertim nû bike, ev mafê wê parastî ye. Guhertin ku di malperê da hatin weşandin, di heman demê da dikevin merîyetê jî.  

7. Pêwendî

Hûn dikarin pirs û pêşnîyazên xwe, hertim ji me ra bişînin:

📧 E-posta: info@wardoz.com
📍 Navnîşan: Taxa Baxcilarê, Kuçeya 1219an, Bin Malên Elît Yaşam 3yan Rezan/Amed