Hîkmetê Panîyê, di sala 1964an da li gundê Panîyê yê bi ser navçeya
Erdîşa Wanê ve ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê xwe qedand. Lê ji
ber ku li welatê wî derfetên xwendinê pir kêm bûn, nikaribû xwendina xwe
berdewam bikira. Herçend xwendina dibistanê berdewam nekiribe jî, bala wî
hertim li ser xwendinê bûye û hîn di xortanîya xwe da gelek rojname û pirtûk
xwendine. Paşê hînî nivîsa erebî û xwendina Qurana Pîroz bûye. Ji ber ku
herfên erebî zanibûye, bala xwe daye ser pirtûkên osmanî û hin pirtûkên bi vî
zimanî xwendine û nivîsîna wî jî elimîye. Digel vê, xwe hînî xwendin û nivîsîna
kurdî ya bi herfên erebî jî kirîye. Di dîwan û cimeata bavê xwe da her dem
dima û li wir xizmeta dîwana bavê xwe dikir. Di bin tesîra dengbêjîya bavê xwe
û dîwana wî ya ku dengbêj lê dicivîyan da dimîne û wisa dest bi dengbêjîyê
dike. Kaseta xwe ya yekem di sala 1979an da li gundê Maralê, li dîwana Hecî
Esed Axayê Maralê-Dilxêrî, bi kilama “Evdo Seyrê” tijî kirîye. Ji wê demê heta
îro dengbêjîyê dike û kilaman dibêje.
Taxa Bagcilarê, Kolana 1219an, Binê Malên Jîyana Elît 3, Rezan/Amed
Telefon: 0552 461 91 21
wardozwesanxane@gmail.com