Nûçeyên nû

Seta Folklora Kovaran
Seta Folklora Kovaran
Seta Foklkora Kurdan
Seta Foklkora Kurdan
Rêzimana Kurmancî
Rêzimana Kurmancî
Seta Zargulê
Seta Zargulê
Weşanên Wardozê
Weşanên Wardozê
Pirtûka pêkenîyan derket...
Pirtûka pêkenîyan derket...
Hevpeyvîn - Bahoz Baran & Xecê Acat
Hevpeyvîn - Bahoz Baran & Xecê Acat
Seta Werzebayê derket!
Seta Werzebayê derket!
Seta Werzebayê derket!

Seta Werzebayê derket!

Seta Werzebayê ku ji çîrok û xebroşkan pêk tê ji nav Weşanên Wardozê derket...

Seta Werzebayê ji 5 pirtûkan pêk tê. Bi gisti 50 cirok-bêjên ji herêmên curbicur; 212 crok, xebrosk, destan û serpêhati gotine. Di vê pirtûkê da 10 girokbêi û 20 berhemên wan hene. Rêdî Seid nêzi heft salan mina dewrêsan li gundan û civatan bû mêvan û wi ew berhemên mirateya me ya devki qeyd kirin, bi baldari desîfre kirin û li ser kaxizê raxistin, ango ew ji mirinê rizgar kirin.

Berhemên ku di vê xebatê da cih digirin hemû bi kurdîya kurmancî ne. Ji sala 2008an û heta sala 2015an, li bajar û navçeyên Êlih, Riha, Hewag, Wêranşar, Sêwreg, Dîlok, Dîyarbekir, Edene, Qoser, Qers, Dîgor, Qaxizman û Goleyê hatine berhevkirin. Herçiqas me berhevkarîya xwe li van deveran kiribe jî, gelek çîrokbêj ji welatê Hezro, Semsûr, Nisêbîn, Farqîn, Midyad, Misirc, Sirûc, Berwarî, Elezîz û Cizîrê ne.

Ev xebata berhevkirinê ku bi tenê guldesteyeka biçûçik e ji zargotina kurdî, ji pênc pirtûkan pêk tê. Di seta Werzebayê da; çîrok, xebroşk, destan, serpêhatî, pêkenok û hwd cih digirin. Ji 50 kesan 212 berhem hatine tomarkirin û nivîsîn.

Rêdî Seîd nêzî heft salan mîna derwêşan li gundan û civatan bû mêvan û wî ew berhemên mîrateya me ya devkî qeyd kirin, bi baldarî deşîfre kirin û li ser kaxizê raxistin, ango ew ji mirinê rizgar kirin.


Seta Werzebayê:

• Gula Perîyan

• Hêka Kelandî û Noka Kelandî

• Rêya Çûn û Nehatinê

• Rostemê Zal û Cîhangîr

• Min Xewnek Dît


Berhevkar: Rêdî Seîd

Edîtor: Bahoz Baran

Wêne: Melanie Wickham


Vê naverokê belav bike: