
Tivinga Kurda ya Çillûlen
ISBN: 978-605-2003-23-7
Weşanxane: Wardoz
Ebad: 13,5×21
-
Danûstendina we ji 1000 tl-yî zêdetir be kargo ji me ye.
-
Sparişa we herî dereng di du sê rojan da tê şandin.
Di vê pirtûkê da bi dehan metelok-pêkenokên herêma Serhedê hene. Ew li gorî mijaran ji hev hatine veqetandin: rastî, derew, biaqilî, bêaqilî, pesn, esil û fesil... Derdê bêderman Go rokî yek zef nexaş dikeve, diçe ser çiqas hekîma, ti hekîmek tê dernaxe ka nexaşîya wî çî ye. Hemasa hekîm hekîm digere, derdê xwe ra dermanekî digere. Paşê hekîmekî zef rind dibîne, ew hekîma dibêje wî: “Tu gûyê xwe buxî tê pak bî.” Eva jî lê dixe diçe, dibêje: “Wele eva derda min bikuje jî ez gû naxum.” Merivek dibêje wî: “Tu du sê meha neynikê xwe hilnede, hesabankî te gûyê xwe xarîye.”