
1001 Peyvên Kêmnas Di Kurdîya Kurmancî Da
ISBN: 978-605-2003-54-1
Weşanxane: Wardoz
Ebad: 13,5×21
-
Danûstendina we ji 1000 tl-yî zêdetir be kargo ji me ye.
-
Sparişa we herî dereng di du sê rojan da tê şandin.
Di vê pirtûkê da 1001 peyvên kêmnas ên kurdîya kurmancî hene. Gelek ji wan neketine ferhengan û li ser zar û zimanan mane. Bahoz Baranî ew bi keda salan yek bi yek berhev kirine, bi dû şopa manayên wan ketîye, pirsîye û piştrast kirîye. Wî ev peyv tevî hûrgilîyên wan pênase kirine û ji bo ev peyv baştir bên famkirin, tevî zayend û cureyên wan ji her peyvê du heb hevokên nimûne dane.
Ji pirtûkê hin peyv:
aberî, bavgoriz, çûnxweş, darweş, eybdar, fîtoz, gîma, herdimcan, kandew, lorgoz, mûmar, nawis, oberî, pêgog, qefî, rastemal, singal, şûnbaran, tabwinda, vata, werzeba, xone, zimankus